Jump to content
Wikimedia Meta-Wiki

Teknolojî/Guhertina serverê

From Meta, a Wikimedia project coordination wiki
< Tech
This page is a translated version of the page Tech/Server switch and the translation is 93% complete.
Outdated translations are marked like this.
Other languages:

Wê wîkiya we di nêz de bikeve moda tenê-xwendinê

Vê peyamê bi zimanekî din bixwînePlease help translate to your language

Weqfa Wîkîmedyayê derbasbûna di navbera navendên xwe yên daneyan ya yekem û duyem de test bike. Wê ev rê bide ku Wîkîpediya û wîkiyên din ên Wîkîmedyayê piştî afeteke jî karibin serhêl bimînin.

Wê ew temamiya trafîkan, di 25 îlon de. Test wê di 15:00 UTC de dest pê bike.

Mixabin, ji ber hin sînordarkirinên di MedyaWîkiyê de, divê hemû guhertin bisekinin gava em derbas bikin. Em ji ber vê qutbûnê lêborîna xwe dixwazin, û em ji bo kêmtirkirina vê ya di dahatûyê de dişixulin.

Wê li ser hemû wîkiyan hişyariyeke were xuyan 30 deqe berî destpêkirina vê operasyonê. This banner will remain visible until the end of the operation.

Hûn ê karibin bixwînin, lê nikaribin sererast bikin, li ser hemû wîkiyan ji bo demeke kurt.

  • Roja Çarşem 25 îlon 2024, tu yê nikaribî sererastkirinan bikî bi qasî saetekê.
  • Ger tu di van wextan de hewl bidî ku guhertinan bikî, tu yê peyameke çewtiyê bibînî. Em hêvî dikin ku di vê dewrê de ti guhertinekî winda nebe, lê em nikarin vê yekê garantî bikin. Ger tu peyama çewtiyê bibînî, wê gavê ji kerema xwe heya ku her tişt vegere halê xwe yê normal li bendê be. Dû re tu yê karibî guhertinên xwe qeyd bikî. Lêbelê em pêşniyar dikin ku kopiyeke guhertinên xwe bigirî, bi her ihtimalekê.

Tesîrên din:

  • Karên piştxanê wê hêdîtir bin û dibe ku qut bin. Lînkên sor dibe ku wekî normal nikaribin bi lez nû bibin. Ger tu gotarekî ku jixwe li cihekî din lînkkirî çêbikî, wê lînk ji normalê zêdetir bi rengê sor bimîne. Hinek skrîptên demdirêj bêne sekinandin.
  • Em hêvî dikin ku bicihkirinên kodan wekî heftiyên din pêk were. Lê belê, hin sekinandinên kodan dibe ku di wextê xwe de biqewimin ger operasyon paşê van hewce bike.
  • GitLab wê neberdest be teqrîben ji bo 90 deqeyan.

Ev proje dibe ku were taloqkirin ger lazim be. Tu dikarî plannameyê ji ser wikitech.wikimedia.org-ê bixwînî. Her guhertinek wê di plannameyê de were îlankirin.

Xêra xwe vê agahiyê bi civata xwe re parve bike.

User:Trizek (WMF) (talk)


AltStyle によって変換されたページ (->オリジナル) /